CîhanEwropaNûçe

Theresa Mayê dema îstifaya xwe eşkere kir

Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê ragihand ku di 7ê Hezîranê da wê ji serokatiya partiya xwe îstifa bike.

Maya ku bi rêvebiriya Partiya Mihafezekar ra li avahiya Serokwezîrê hat bal hev piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku di 7ê Hezîranê da wê ji serokatiya partiya xwe îstifa bike.

Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê diyar kir ji bona wê bicîneanîna Brexitê poşmaniyeke mezin e û got ku heta serokekê nû yê partiyê bê hilbijartin wê serokweziyê bike.

Maya ku qederê 3 sal e serokwezîriyê dike ji ber pakêta peymana Brexitê ya nû ku di destpêka hefteyê da eşkere kiribû û loma kabîne û parlamenteran bertek nîşanî wê dabûn.

Peymana Brexitê ya Mayê ku bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra li hev kiribû 3 caran li parlamentoyê hatibû redkirin.

Başa dön tuşu