NûçeRojhilatanavinSûriye

“Ti li hev kirin ji bo tehliye kirina terorîstên DAİŞê di navbera artêşa Sûriye û DAIŞê de tineye”

Hate ragihandin ku muzakere, ji bo tehliye kirina milîtanan ji Kampa Penaberan a Yermûkê di navbera DAIŞê û Artêşa Sûriyeyê de tineye û operasyonên hêzên ewlekariya Sûriyeyê li herêmê dewam dike.

Çavkaniyekî leşkerî yê sûrî ji Sputnikê re axivî û îdiayên muzakereyên di navbera artêşa Sûriyeyê û DAIŞê de ji bo radestkirina herêmên di bin kontrola DAIŞê bo artêşa Sûriyeyê were kirin nirxand.

Rayedar, “Ti li hev kirin di navbera artêşê û DAIŞê de tineye, div î mijarî de me daxuyaniya fermî ji ser çavkaniyên leşkerî ve da. Ev axaftinên di vî mijarî de tên kirin, ji bilî gotegotan tiştek nîn e. Ev rast nîn e.”

Başa dön tuşu