ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ti welatek nikare du netewên Îran û Iraqê ji hevdu dûr bêxe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Ti welatek nikare du netewên Îran û Iraqê ji hevdu dûr bêxe.

Ruhanî li dawiya sefera xwe ya Iraqê duh êvarê dema ku gihêşte Tehranê, ev sefera xwe wek xala werçerxan di pêwendiyên Îran û Iraqê da zanîn û hêvîdariya xwe diyar kir ku ev sefera bibe sedema berfirebûna zêdetir a pêwendiyên du welatamn li gor xêr û kara du netewên Îran û Iraqê û navçê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Li muzakireyên du alî tekez bûye ku pêwendiyên du welatan bi awayekî pêşve herin ku li qonaxên din ev pêwendiyan bi tevlîbûna welatên din bibin pêwendiyên sê-alî û çend-alî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser meselên ewlekariyê di navbera du welatan jî got: Li ser meselên ewlekariyê û yên navçê lihevkirinên girîng di navbera du aliyan pêk hat û li vê barê de daxuyaniyek hevpar hate weşandin ûbelegeyên girîng îmza bûn û li warê pirsên sînorî jî gotûbêjên girîng çêbûn û du aliyan ser peymana 1975 û paqijkirina biniyê Erwendrûdê (Şet-el-Ereb) sekinîn, ev çema ji bo xelkê me yê Xûzistanê pir girîng e.

Ruhanî desnîşan kir ku bi rayedarên iraqî re li ser belaşbûna vîzeyê gotûbêj kiriye û lihevkirin ser vê yekê pêk hat.Ruhanî di dewama vê yekê de got: Salê sê milyon iraqî tên Îranê û du milyon îranî jî diçin Iraqê û mesela geştyariyê ji babeta çandî, aborî û siyasî ve bona du welatan girîng e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir welatê yekim ku Îran kel û melên xwe jê re dişîne Iraq evêca bona hêsankirina xebatên ticarên du welatan lihevkirin pêk hat ku dayîna vîzeyê hêsan bibe, çûnku rola çalakên warê aborî û berhemînerên îranî û iraqî bona qahêmkirina pêwendiyên du welatan pir girîng e.

Başa dön tuşu