Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê û rêveberê peywendiyên derve yê Wezareta Ticaretê ya Iraqê, rewşa serêxwegirtina danûstandina ticarî ya Têhran û Bexdayê ya bi qasî 20 milyar dularî di salê de hilkolandin.
Nasir Bêhzad, Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê li hevdîtina Adil El-Mesûdî, alîkarê pilebilind ê wezîrê ticareta Iraqê got: Hêsankirina lêgerîn û kivşkirina lêvegereke alternatîv bo şandina kelûmelên Îranê bo Iraqê, hevkariya dualî li nîşangehan, mêhweriyeta odeya bazirganiyê li zêdekirina danûstaninên taximên ticarî û berçavgirtina tranzîtê ji wan mijaran in ku biryar e hûrgiliyên wê li komîta hevpar a Îran û Iraqê were nîşqakirin.
Adil El-Mesûdî jî li vê hevdîtinê ser amaetiya tam a Wezareta Ticareta Iraqê bo her cure hevkariya bona berfirehkirina berjewendiyên her du welatan û behre wergirtina ji zirûfên heyî bo zêdekirina danûstaninên ticarî yên Îran û Iraqê teqez kir.
Li gorî vê raporê, komîta hevpar a bazirganiyê yên her du welatan bi berpirsiyariya Rêxistina berfirehkirina ticareta Îranê û aliyê iraqî bi zûtirkê dê pêk were û hevhatinên cihanîna wê bona pejirandin û raghandinê li komîsyona bilind a hevpar a aborî yên her du welatan dê werin hilêxistin.
Asta danûstanên ticarî yên Îran û Iraqê niha 12 milyar dolar di salê da ye.