Tîma hewayî ya Komara Islamî ya Îranê li rêza sêyem a pêşbirkên leşkerên cîhanê yên Ûrsêt-2018`an cî girt.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, pêşbirkên çiqa hewayî ya leşkerên cîhanê ku li Ûrsêtê tên lidarxistinê, li eyaleta Pêskov a vî welatî bi pişkdarîya leşkerên 10 welatan hatin lidarxistinê û li dawîyê tîma hewayî ya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê bi dû tîmên Ûrsêt û Çînê, bi awayê hevpar digel Bilarûsê li rêza sêyem cî girt.
Pêşbirkên navnetewî yên leşkerî her sal bi mazûvanîya Ûrsêtê wekî mêhwera sereke ya pêşbirkan û çend welatên din tên lidarxistin.
Tîma hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê herwiha li rêza duyem a pêşbirkên parêzvanên rêkûpêkîyê li van pêşbirkana cî girtîye.