IraqNûçeRojhilatanavin

Tirba kavilbûyî ya hezretê Yûnis (s) ji destê DAIŞ`ê filitî

Sebah El Neman, berdevkê hêzên taybet ên dijî terorê yên Iraqê, roja duşemiyê ragihand: Hêzên vî welatî, navçeya ku tirba hezretê Yûnis (s) tê de ye, ji bin lepên DAIŞ`ê derxistin.

Li Tîrmeha 2014`an, endamên koma terorîst a DAIŞ`ê, çend hefte piştî dagîrkirina Mûsilê, tirba hezretê Yûnis (s) bi dînamîtê teqandin ku ev karê hovane yê DAIŞ`ê, pêleka ji hêrsbûn û nefretê li seranserê cîhanê bi xwe re anî.

Tirba hezretê Yûnis (S) ku li hewşa dêreka kevn a li Mûsilê hatiye çêkirin, ji bilî misilmanan, cihû û xaçparêz jî rêz lê digirin.

Hêzên iraqî herwiha li dewama operasyona azadkirina Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê, karistaneka çêkirina balafirên bê firokevan a koma terorîst a DAIŞ`ê li navçeya El Hudebayê li bakûrê vî bajarî peyda kirin.

Hêzên iraqî heya niha bi caran balafirên bê firokevan ên DAIŞ`ê li esmanê bajarê Mûsilê dane ber bombeyan û ew jorda xistine.

DAIŞ, balafirên bê firokevan jibo nasîna pêgehên hêzên iraqî û cihanîna operasyona teqandinê bi kar tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu