NûçeIraqRojhilatanavin

Tirkiyê careke din êrişî ser Dihoka Iraqê kir

Hevgavê destpêbûna sala nû ya mîladî, Tirkiyê careke din parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê da ber êrişan.

Artêşa Tirkiyê, hevgavê destpêbûna sala nû ya mîladî, navçeya Şiladizê ya Parzêgeha Dihokê da ber êrişan.

Çarşemiya buhurî jî, balefirên cengê yên Tirkiyê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bi hinceta hebûna endamên PKK’yê da ber bombeyan. Tirkiye ev demek e, bi mehneya rawestana li ber PKK’yê ku ji hêla Tirkiye û Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) va yê ketiye nav lîsteya terorîstî, yekperçetiya axa Iraqê binpê dike.

Enqere PKK’yê wek berpirsa mirina zêdetirî 40 hezar welatiyên Tirkiyê dizane. Eva di halekî de ye ku piraniya navçeyên bakurê Sûriyê û Iraqê piştî êrişên artêşa Tirkiyê hatine valakirin.

Başa dön tuşu