NûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkîyê du gundên Sûrîyê dan ber topan

Artêşa Tirkîyê malên xelkê li gundên Sorke û Dêrbelûtê li bakûra Helebê dan ber topan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, mêdyayên sûrî ragihandin ku piştî ku artêşa Tirkîyê bi alavên giran û kamyonên leşkerî derbasî gundê Sorke li devera Efrînê bûn, gund dan ber topan.

Li gorî vê raporê, artêşa Tirkîyê bi sîlehên nîvgiran êrişî niştecîyên gundê Dêrbelûtê li nêzîkî bajarokê Etmê li bakûra Helebê kir.

Di encama êrişa artşa Tirkîyê ser van du gundan, mideha çend rojên buhurî da gellek niştecîyên gundên Sorke û Dêrbelûtê dest bi koçberîyê kirine.

Hêzên artêşa Tirkîyê di 24`ê Tebaxa îsal di çarçova opêrasyona Mertala Firatê da bi idiaya tişta ku “ sekinîna li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê“ tê binavkirin, derbasî Cerablosê li parêzgeha Helebê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu