LubnanNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina Mîşel Ewn ser parastina serweriya neteweyî ya Lubnanê

Serokkomarê Lubnanê ser serbixwetî û parastina serweriya neteweyî ya vî welatî tekez kir.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Mîşel Ewn serokkomarê nû yê Lubnanê roja yekşemiyê li axiftina xwe  li koşka Beibedayê li Beyrûtê bal kişand ser xurtkirina welêt bi parastina yekitiya neteweyî û tekez kir ku serweriya  neteweyî ya Lubnanê bêyî mudaxila  biyaniyan û girêdayîbûnên  bo welatên  biyanî dê were parastin.

Ewn got armanc ne gihêştina bo serokkomariyê ye belkî avakirina welatekî bihêz bi yekitiya neteweyî ye û kesayetiyên siyasî yên Lubnanê divê rêz û hurmeta  vî welatî biparêzin.

Serokkomarê Lubnanê got ku ji niha şûnde  tu tevgereek siaysî nikare  qanûna bingehîn binpê bike û Lubnan li gorî Yekitiya Neteweyî hatiye avakirin û her ev meseleya hêzê dide vî welatî.

Mîşêl Ewn tekez kir ku  li salên buhurî hin siyasetên  bi fend û fêl  rê nedan ku projên avedankirinê li Lubnanê cih werein û divê binavahiyên vî welatî werin nûjenkirin.

Pêştir seyd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê bijartina Mîşel Ewnl wek serokomar, destpêka qonaxeke nû li dîroka Lubnanê da zanîn.

Nunerên parlemana Lubnanê duşemiyê 31 Mijdara 2016`an  li 46`mîn dewra denggirtinê jibo bijartina  13`mîn serokomarê vî welatî Mîşel Ewn ji bo vê postê bijartin û ew şandin koşka Bebedayê ya serokomariyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu