Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê ragihand ku balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê qada hewayî ya Yewnanistanê îxlal kirin.
Li gor rapora şeva çûyî ya ajansa nûçeyan a ANA ya Yewnanistanê ji paytexta vî welatî Atinayê, Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê ragihand ku balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê bi îxlalkirina qada hewayî ya Yewnanistanê, li ser giravên Lîmonus û Onîpus firyan.
Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê herwha ragihand ku balafirên hêza hewayî ya vî welatî bi tesbîtkirin û nasandina balafirên şêr ên artêşa Tirkiyê radû wan kirin û ew ji qada hewayî ya Yewnanistanê derxistin.
Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê diyar kir ku Enqerê bi binpêkirina qayid û qirarên navneteweyî û cînaretiyê bi caran qada hewayî ya Yewnanistanê îxlal dike, lê hêza hewayî ya vî welatî amade ye liv û tevgerên wiha yên Tirkiyê bişopîne û rê li ber wan liv û tevgeran bigire.
Yewnanistan û Tirkiyê ji mêjve ser çend giravên behrên Ege û Sipî û ser nift û gaza peravên Qibrus û Yewnanistanê dijberî û nakokî hene.
Hêjayî gotinê ye ku artêş û Hêza hewayî ya Tirkiyê li van salên dawiyê bêyî ku guh bide ser qayid û qirarên navneteweyî bi caran qada hewayî û bejahî yên welatên cînarê xwe ji wan Sûriye, Iraq û Yewnanistanê îxlal kirine û heta hêzên bejahî şandine nav axa hin welatên hanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)