NûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkiyê hîn jî terorîstên DAIŞê derbasî Sûriyê dike

Navend û jêderên nûçeyan ragihandin ku 10 terorîstên DAIŞê ji Tirkiyê re derbasî gundê Um Tirêximê yê girêdayî bajarê Cerablusê bûne.

Li gorî nûçeya ANHA’yê 10 terorîstên DAIŞê ku bi eslê xwe çînî ne, duh ji qereqoleke hêzên dewleta Tirkiyê ya li ser sînor, derbasî gundê Um Tirêximê yê girêdayî bajarê Cerablusê bûne. Gundê Um Tirêximê dikeve 2 kîlometriya rojavayê bajarê Cerablusê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ji wan 10 terorîstan 2 terorîst jin in.

Berî vê yekê jî wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li press konferansa hevpar tev wezîrê karên derve yê Îtalyayê desnîşan kiribû ku derbasbûna terorîstan ji sînorê Tirkiyê nav axa Sûriyê hîn berdewam dike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu