Endamê Tevgera Cîhada Îslamî: Bêguman dê bersiva her cure kiryara Îsraîlê were dayîn
Yek ji berpirsên pilebilind ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê destnîşan kir ku ev tevgera dê bi micidî bersiva her cure kiryara Rejîma Siyonîstî bide.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Xalid El-Beteş endamê pilebilind ê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja duşemiyê li gotûbêja bi kanala lubnanî ya Meydaînê bal kişand ser vê yekê ku tevegra Cîhada Îslamî ya Filistînê gefên vê dawiyê yên Îsraîlê raghandina cengê bo vê tevegrê dizane û got: Tevgera Cîhada Îslamî tu carî qebûl nake ku endam û berpisrên wê werin kuştinê û ev tevgera karekî neke.
El-Beteş teqez kir ku eşkere ye ku Îsraîl li dû tirsandina filistîniyan û pêkanîna tirs û xofê nav a xelkê ye da ku wan ji Cîhada Îslamî dûr bixe û gurdanên El-Qudsê ji dayîna bersiva cinayetên vê rejîmê poşman bike.
Endamê pilebilind ê tevegra Cîhada Îslamî ya Filistînê her wiha got Rejîma Siyonîstî erdê filistîniyan dagir kiriye û filistînî cengê heya azadiya welatê xwe weke mafê xwe dizanin.
Binyamîn Nêtanyahû yekşemiyê şevê îdia kir ku ger komên têkoşer ên filistînî li Gazayê vikevin ber êrişên Îsraîlê, ê bersivkeke qahên wergirin.