EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkîye û çend welatên ewrûpî yê derbarê Sûrîyê de bicivin

Tirkîye, Alman, Fransa û Ingilîs yê hefteya bê li rex civîna NATO`yê li Londonê civîneke çaralî têkildarî Sûrîyê lidar bixin.

Di dewama hewildanên Tirkîyê jibo bandordanîna li qeyrana Sûrîyê de û istandina serpişkîyên sîyasî di alûgurên herêmê de, Serokomarê wî welatî yê bi Serokên Alman, Fransa û Ingilîsê re bicive.

Berdevkê dewleta Almanê ragihand ku Serokên Tirkîye, Alman, Fransa û Ingilîsê yê hefteya bê li rex civîna NATO`yê li Londonê civîneke çaralî têkildarî Sûrîyê lidar bixin.

Ligorî rapora Malpera Rusia Todayê, Receb Teyîb Erdogan, Angela Merkel, Borîs Canson û Emanuel Mecron yê di wê civînê de rêkara sîyasî ya tam jibo kutakirina qeyrana Sûrîyê hilkolînin.

Eva di halekî da ye ku nika devûjenîyeke tund di navbera Erdogan û Mecron da heye. 

Başa dön tuşu