Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ji bo temirandina şewatên li welatê xwe ji Tirkiyeyê alîkarî xwestibû û Tirkiyeyê li ser vê daxwazê daxuyand ku balafira agirkujiyê ji bo Îsraîlê hat şandin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku ji bo tevkariyê li hewldanên temirandina agirê ku di 22yê Mijdarê de li Îsraîlê bi daristanan ketiye, balafira agirkujiyê hatiye şandin. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî li ser vê yekê spasiya Tirkiyeyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)