CîhanEwropaNûçe

Tirsêk mezin ketiyê dilê Amerikayê ji alê Koreya Bakur…

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence, ragehand li hember Koreya bakûr û çekên wan ên nûkleerî ew ‘’sebra stratejîk’’ a nîşan didan nemaye.

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence di çarçoveya gera xwe ya Asya de, serdana herêma Ku Koreya Başûr û Bakûr ji hev cuda dike û ji leşkeran hatiye paqij kirin a (DZM)ê kir û daxuyaniyek da rojnamevanan û ragehand, rejîma Koreya bakûr dest li çekên nûkleerî û mûşekên balîstîk bernade û ‘’Ji bo Amerîkayê jî sebra stratejîk nemaye.’’

Mike Pence ragehand, Koreya bakûr ji ceribandina wê ya çekên nûkleerî ya yekem heta naha 50 sal ser re derbasbû û wê demê sebreke stratejîk nîşan da û got: ‘’Koreya bakûr ji wê rêya pêşxistina çekên nûkleerî em dixwazin êdî dûr bikeve. Herwaha berdewam li ser yek mûşekên balîstîk bikaranîna wan û ceribandin nayê pejirandin.’’

Koreya bakûr rojek berî naha ceribandineke mûşekî pêkanî û Mike Pence ev yek wek provakasyon pênase kir û got: ‘’Amerîka û hevpeymanên wê, bo parastina Koreya başûr û seqamgîriya herêmê yan bi rêyên aştiyane, yan jî di dawiyê de çi pêwîst be dê wê bike û bigehe armancên xwe.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu