Komek ji çalakên mafên mirovan û endamên rêxistinên gelanî, daxwaza“A niha boykotên Îranê kuta bikin“ li malpera koşka Sipî tomar kirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, li teksta vê daxwaza gelanî ku 25ê Tîrmeha îsal li malpera Koşka Sipî hatiye tomarkirin, hatiye ku, boykotên aborî hin kiryar in ku nayên pînekirin û dibin sedem mafên mirovan bi awayekî brfireh binpê bibin.
Di dewama vê daxwazê, boykotên Emerîkayê li dijî gelê Îranê li 4 deheklên derbasbûyî, neadilane bûne û hatiye destnîşankirin ku armanca van boykotan derbelêxistina li xweserî, geşatî û pêşketina gelê Îranê ye.
Li pişkeke din a vê daxwazê jî hatiye ku alîgirên mafên mirovan û rêxistinên gelanî dê ji koşka Sipî bixwezin ku demlidest li dijî Îranê rawestînin.
Dewleta Emerîkayê piştî derketina ji rêketnnama navokî teqez kir ku dê heya 4ê Mijdara 2018an derfirotina nifta Îranê bighînin sifrê.
Di vê çarçoveyê de, Waşengtonê ji welatên cîhanê daxwaz kir ku wek beşek ji boykotên aborî li dijî Têhranê derkirîna ji Îranê bighînin sifrê.
Pirraniya welatên cîhanê raghandin ku dê riya Emerîkayê neşopînin.
Dewleta Emerîkayê, 8ê Gulanê ji rêketina navokî derket ku ev kiryara bi awayekî berfireh ji aliyê civaka navneteweyî ve hat şermezarkirin.