Tomarkirina navên berbijarên hilbijartinên navdewrê yên meclîsê li Îranê
Wezareta karên hundira Îranê li bara tomarkirina navê 40 kesên din ji berbijarên beşdariya li hilbijartinên navdewrê yên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê agahî da.
Malpera ragihandinê ya wezareta karên hundir a Îranê berêvariya roja pênşemiyê ragihand: Li 5`mîn roja mideha kivşkirî jibo tomarkirina navê berbijarên beşdariya li hilbijartinên navdewrê yên dehemîn dewra meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, 40 kesên din jî navên xwe tomar kirin ku bi vê reqemê hejmara kesên ku navên xwe tomar kirine, gihêşt 128 kesan.
Ji van 40 kesana 10 kes li wezareta karên hundir û 30 kesên din li navendên hilbijartinê li parzêgehên Îsfeahn, Azerbaycana rojhilat û parêzgeha Hormuzganê navê xwe tomar kirin.
Hilbiajrtina navdewreyî ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û konseyên Îslamî yên bajêr û gundan hevgavê hilbiajrtinên 12`mîn dewra serokomariya Îranê li 29 Banemera 1396`an dê were li dar xistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)