ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Wezîrê Enêrjiyê yê Erebistana Siûdî: Derbasbûna gemiyên petrolê ji tengava Bab El Mendebê heta dabînkirina ewlehiya hatûçûna gemiyan li wê derê tê rawestandin

Wezîrê Enêrjiyê yê Erebistana Siûdî ragihand: Derbasbûna gemiyên petrolê ji tengava Bab El Mendebê heta dabînkirina ewlehiya hatûçûna gemiyan li wê derê tê rawestandin.

Wezîrê Enêrjiyê yê Erebistana Siûdî, Xalid Falih Çarşemiyê bi şev îdia kir ku gefa koma Husiyan li ser gemiyên petrolê li ser ticareta azad a cîhanî bandorê dike.

Xalid Falih got: Gemiyên petrolê yên ziyandîtî bo yek ji peravên siûdî tên veguhestin û heta ragihandina din derbasbûna gemiyên niftê yên vî welatî ji bab El Mendebê qedexe ye.

Li gorî rapora Çarşemiyê b şev a kanala Têlêvîziyoniya libnanî ya El Meyadînê,. Hêza Deryayî ya Artêşa Yemenê li kêmtir ji 24 saetan karî ku gemiyeka din a hevpeymaniya siûdî li perravên rojavaya vî welatî bide ber êrîşê.

Hêza Deryayî ya Artêşa Yemenê ragihand: Ev gemiya şêrr a siûdî ji nav çûye û tevahiya lêniştiyên wê hatine kuştinê.

Beriya vitya, Hêza Deryayî ya Artêşa Yemenê roja çarşemiyê ragihand: Keştiya şêrr a El Demamê ya ser bi hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li perravên rojavaya Yemenê daye ber êrîşê.

Hevpeymaniya siûdî tevî mukurhatina li li êrîşa ser keştiyeka şêrr a vî welatî li perravên rojavayî yên Yemenê îdia kir gemiya ku hêza deryayî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê êrîşî ser kirine, niftkêş bûye û ziyanên biçûk li wê ketine.

Ji ber vê destdirêjiyê heta niha bi hezara kes ji gelê vî welatî an hatine kuştin, an birîndar bûne. Bi miliyon kesî ji xelkê Yemenê jî ji ber vî şerî aware û derbider û bêşûnwar mane. Her wiha gellek ji binavahiyên tendurustîyê kavil bûne, xwarek û av kêm bûye û nexweşiyên cûrbicûr mîna Kolêreyê tûşî xelkê bûne.

Başa dön tuşu