Leşkerên Hindistanê herêma Keşmîrê ya Pakistanê topbaran kir û di encamê de 11 welatiyên sivîl hatin kuştin. Hat ragihandin ku leşkerên Pakistanê jî bersiv daye û li ser sînor şer derketiye.
Herwiha di êrişan de top û guleyên obusê jî hatine bikaranîn û topek jî li malekê ketiye.
Li gorî agahiyên rayedarekî polîsên Pakistanê Vahid Han dane, di topbaranê de topek li wesayita rêwiyan ketiye, 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û yek jî li malekê ketiye û 2 kes hatine kuştin.
Berdevkê Artêşa Hindistanê Rajesh Kalia di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de gotibû ku tola hersê leşkerên hindî yên din li Keşmîrê hatibûn kuştin dê “bi xurtî” were hildan.
Hefteyên borî agirbest ji aliyê Hindistanê ve hatibû binpêkirin û di encamê de 25 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û 103 kes jî birîndar bûbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)