AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Aboriya Îranê geş û berbipêş e

Alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê û Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Aboriya Îranê geş û berbipêş e.

Elî Ekber Salihî alîkarê serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê roja pênşmiyê li hevpeyvîna bi rojnama Wiener Zeitung çapa Otrîşê ra got: Niha Îranê welatê herî guncaw e jibo sermayedanerên biaynî.

Salihî bal kişand ser vê yekê ku aboriya Îranê li 38 salên buhurî bitaybet ji ber şêr û boykotên zalimane di hundurê welêt de geş bûye û diçe ku li derveyî welêt jî geş û çalak bibe û got: Aboriya Îranê çûye ser doşikeke bilind û diçe ku hîn geştir û berfirehtir bibe.

Serokê Rêxistian Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Îran ji ber rewşa xwe ya stratejîk û ji ber ku ketiye navbera deryaya Xezerê û Kendava Farsê û her wiha xwediyê çavkaniyên zengîn ên enerjiyê û binavahiyên pêwîst e û ketiye ser riya dîrokî ya Armûşê, xwediyê bazara 400 milyonî ya navçê ye û hêza însanî ya  pispor û ciwan heye û ji giştan giringtir tevî hemî bêewlehîtiyên navçê û nearamiyan jî biewleh û aram e û yek ji cihên herî guncaw jibo sermayedanerên biyanî tê hesabê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu