Hêzên ewlehî û îstixbaratî yên bajarê pîroz ê Kerbelayê li Iraqê operasyoneke terorîstî li vî bajarê bêencam kirin.
Li gorî rapora Mehr News`ê,û ji zarê ajansa nûçeyan a Firat News`ê, hêzên rawestana li ber terorîzmê û hêzên îstixbaratî yên bajarê Kerbelayê roja çarşemiyê tevî têkbirina toreke terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê pîlana van terorîstan jibo êrişa ser heciyên iraqî bêencam kirin.
Di vê çarçovê de çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ku nexwest navê wê were eşekerekirin ragihand: Vê tora terorîstî ya heftkesî dixwest êrişî ser heciyên Beytullahulheramê (Mala Xwedê) bike, lê endamên wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)