ÎranNûçeRojhilatanavin

Tova pîroz a Quranê li Îrana îslamî hatiye reşandin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li ewil roja meha bimbarek a rojîtiyê û li civîna quranî got: “Tova pîroz a Quranê li Îrana îslamî hatiye reşandin û roja îro hemû xelkê welêt tev qurana pîroz nasyar e“.

Li gor rapora IRIB News`ê, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî li ewil roja meha bimbarek a Remezanê û li civîna quranî bal kişande ser viya ku hevaltiya tev qurana pîroz dibe sebeb ku mirov bersiva hemû pirsên nav jiyana xwe werbigire û destnîşan kir: “Li civata ku ber bi armancên xwe dimeşe, bi hezaran pirs li bara çawaniya peywendiya xelkê civatê bi hevra , çawaniya reftara tev hevdu, siyasetên beraqil, naskirina dost û dijmin û çawaniya reftara tev karûbarên dunyayê hene ku quran bersiva hemû van cure pirsan dide“.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hegera jirêderketina mirov li cîhana îro bersivên şaş bo van pirsan daye zanîn û got: “Xwedê mirov ji bo peywendiya digel hev, dilovanî û alîkariya bo hev xuliqandiye, lê roja îro li hemû ciyên cîhanê şer, nearamî, tirs û ji riya rast derketin zêde bûye“.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rizgariya însên ji vê rewşê girêdayî bi behrewergirtina ji rênimûniyên quranî da zanîn û got: “Mixabin roja îro civata îslamî jî wekî civatên din rastî pirsgirêkan hatiye û kesên ku hêjatiya wan tune çarenivîsa hinek ji xelkê girtine dest wekî dewleta Seûdî li Erebistanê“.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî pêkhatina rewşa wiha ji ber durbûna ji bawerî û rastiyên quranî da zanîn û destnîşan kir: “Van kesana hema rû-wekî bawerî bi quranê hene û heta bi milyonan cild ji quranê çap û belav dikin, lê dijî qayde û qirarên quranî reftarê dikin û tev kaferan peywenda wan heye û diravê ku divê bona çêtirkirina rewşa jiyana xelkê xwe xerc bikin pêşkêşî kafer û diminên xelkê dikin“.

Wî bal kişande ser xeyala pûç a birek ji welatên paşverû yên navçê ku hizr dikin dirav dikare bibe sebeba hevaltiya wan tev dijminên îslamê û got: “Rastî ev e ku tu hevaltiyek di navbera wan û dijminên îslamê çênabe hema wisa ku amerîkiyan bi xwe gotine ew wan didoşin û paşê jî wan serjê dikin“.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser reftarên dijî dînê îslamê li Yemen û Behrêyînê û mizgîniya qurana pîroz ku neheqî dê jinav here û got: “Kesên ku wiha dijî misilmanan dixebitin neheq in û neheqî dê jinav here ku helbet dem û gava jinavçûna wan maye ser reftara bawermendan û eger civata bawermend bi başî reftarê bike, neheqî dê zûtirkê jinav here“.

Wî bal kişande ser tecrubeya gelê Îranê û serketina xelkê Îranê li şerê sepandî ji aliyê Rejîma Beise Iraqê dijî Îranê û got: “Gelê Îranê ne tenê hema bi destê vala li vî şerî bi ser ket; belkî eva 40 sal in ku li hemberî bereyekî madî ku ji her alî va şûrê xwe dijî xelkê rakiriye, sekiniye û ev tecruba nîşan dide ku riya “ Pêşketina bihêz, bi serbilindî û serketî“ peywendiya tev quranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu