EfrîqaNûçe

Trên ji rê derket: 55 mirî, 600 birîndar

Li Kamerûnê trênekê qeza kir û di encama qezayê de herî kêm 55 kesan jiyana xwe ji dest da, 600 kes jî birîndar bûn.

Hat diyar kirin ku li navbera paytexta Kamerûnê Yaounde û bajarê Doualayê trênek ji riya xwe derket û qulibî. Şîrketa Fransî ya bi navê Riyênhesina Bollore ku wê xetê dide xebitandin li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyineyek belav kir û di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku qeza 120 kîlomitroyan li rojavayê paytextê, li nêzîk îstîsyona trênê ya Esekayê bi saeta herêmî di saet 11.00a de qewimî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu