Serokwezîra Brîtanyayê îro tevî paşdexistina Brexitê destnîşan kir ku elatê wê dê 29 Adarê ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve.
Li gorî rapora Fars Newsê, Trêza Mêy serokwezîra Brîtanyayê îro çarşemiyî got ku welatê wî roja 29 Adarê ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve.
Li gorî rapora Reuters`ê, serokwezîra Brîtanyayê cardinê paşdeketina derketina welatê xwe ji Yekitiya Ewrûpayê red kir.
Duh sêşemiyê rojnama inglzî ya Telegrafê ji zarê sê çavkaniyên ewrûpî ku navê wê nehat eşkerekirin, nivîsîbû ku rayedarên ewrûpî li halê hilkolandina çawaniya dirêjkirina dewra dema cihanîna xala 50 peymana Lîsbonê ne.
Lê Îstefan Barklî wezîrê brexitê yê vî welatî teqez kir ku London tim dil heye da ku di dema kivşkirî ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve û qet li dû dirêjkirina vê moletê nîne.
Li gorî qanûnên Yekitiya Ewrûpayê, du salan piştî cihanîna xala 50` an a peymana Lîsbonê, Brîtanya divê ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve lê ger endamên yekitiyê li hev bikin ev dîroka dikare biguhere û moleta dawiyê ya Brexitê paşde bikeve.