Trump: Bi zûtî hêzên eskerî yên Amerîka dê ji nav axa Sûriyê derkevin
Serokkomarê Amerîka ragihand ku hêzên eskerî yên vî welatî dê bi zûtî ji nav axa Sûriyê derkevin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Donald Trump serokkomarê Amerîkayê duh pêncşemê li koma alîgîrên xwe yên eyaleta Ohayoyê got: Em ê bi zûtî hêzên xwe yên eskerî ji nav Sûriyê derxînin û bila kesên din serûberiyê bidin rewşa vî welatî.
Trump got: Pêwîst e em bizivirin welatê xwe, ew ciyê ku pêwîst e em lê bibin.
Wî got: Me heta niha 7 hezar milyard dolar li Rojhilata Navîn xerc kiriye û me tu encamek jî bi dest nexistiye.
Trump bi rexnekirina dewletên berê yên Amerîkayê got: Gelek welatên cîhanê hesreta binavahiyên me dixwarin, bizivirin 50 salan berî niha û bibînin nêhrîna cîhanê ser me çawa bûye û niha li gelek babetan rewşa me wekî welatên cîhana sêsiyan bûye ku eva ji me re pir bi şerm e.
Ev gotinên serokkomarê Amerîka li halekê belav bûn ku Hidêr Nuert berdevka wezareta karên derve ya Amerîka li press konferansa xwe ya rojane ragihand ku haya wan a ji biryara derketina hêzên amerîkî ji nav axa Sûriyê tune.