CîhanEwropaNûçe

Trump bo Pompeo: Neçe Koreya Bakur

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku, wî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo xwest serdana Koreya Bakur neke.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir ku, ji ber ti pêşveçûn derbarê pirsa baqij kirina nîvgirava Koreyê ji çekên atomî pêk nehatiye wî daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana xwe bo Koreya Bakur betal bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo duh roja Pênşemê ragehandibû ku, ew dê heftiya bê serdana Koreya Bakur bike.

Tê zanîn ku, ev çaremîn serdan bû ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Kureya Bakur bû.

Başa dön tuşu