ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Dijminên naskirî yên Îranê, niqumî fesada exlaqî û siyasî bûne

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, li hevdîtina li gel komek ji malbatên şehîdên serdema Berevaniya Pîroz û berevanên hereman û berevaniya ji sînoran û ewlehiya welêt, destnîşan kir: “Dijminên naskirî yên Îranê, niqumî fesada exlaqî û siyasî bûne, eger hûn dixwezin Amerîkayê bi başî nas bikin, li siyasetmedar û serokomarê Amerîkayê binêrin”.

Hezretê ayetulah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî sibeha îro Çarşemiyê li vê hevdîtinê herwiha got: “Li siyasetmedarên Amerîkayê binêrin, diravhezî û jinavbirina mafan û sersariya li hember can û malê mirovan bibînin. Yemen mînakek e; Siûdî cinayetan pêk tînin lê Amerîka şirîkê van cinayetan e. Bixwe jî ji xwe mukur tê. Nexweşxane, bazar û cihên kombûna gel didin ber bombeyan, evana cinayetkar in, rûveka Amerîkayê eva ye”.

Wî bal kişand ser livûtevger û kiriyarên van du salên buhurî yên amerîkiyan bi taybet danîn û sepandina boykotên giştalî û alîkariya dijminên curbicur ên Îranê, pîlanên wan aşkerabûyî dan zanîn û pêgîrî kir: “Armanca wan eva bû ku bi boykot û kiryarên dijî ewlehiyê, li welêt duberetî, nakokî û şerrê di navbera koman de pêk bînin û hinekan bînin ser kolanan û navê wê jî danîbûn ‘Havîna Kel’, lê bila çavên dijminan kor be ku havîna Îsal, yek ji havînên herî xweş bû”.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, herwiha bal kişand ser axivtinên rayedarên amerîkî yên li ser vê yekê ku Komara îslamî ya Îranê wê çilsalîbûna xwe nebîne, got: “Gelê Îranê bi hêzeka tam sekiniye û li ber xwe dide û bi alîkariya Xwedê li 22`ê Behmenê, wê salvegera çilemîn a Înqilaba Îslamî bi şikoheka zêdetir ji salên berê li dar xîne”.

Hezretê ayetulah Xamineyî, Siyonîst û paşverûyên navçê, şirîkê Amerîkayê li pîlan û dijminatiya bi gelê Îranê re dan zanîn û pêgîrî kir: “Helbet em ji wan bihêztir in ji ber ku heya niha nekarîne li hember Komara Îslamî ya Îranê tu karekî bikin û ji wir şûnda jî yê nekaribin”.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi pêgîriya li ser vê yekê ku divê gelê Îranê bi besîreta tam, çavdêriya li ser rewşê bike û helwêsta xwe qahêm rabigire, herwiha got: “Îro rojê li dinyaya bibager ku bagera wê gihîştiye Ewrûpa û Firansayê jî, gelê Îranê bi bereketa Îslamê di nav gemiya ewleh a dilovaniya Ehlê Beyt (S) da ye û serketin ya vî gelî ye”.

Başa dön tuşu