CîhanEwropaNûçe

Trump: Demokrat min aciz dikin

Serokkomarê Emerîkayê nihêrîna demokratan li ser çêkirina dîwêr li sînorê Mekzîkê rexne kir û got demokrat demeke zêde bo îzakirina wê derbas dikin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Donald Trump serokomarê Emerîkayê şemiyê şevê di twîtera xwe de nivîsî: Ez li koşka Sipî li benda demokratan im ku werin û hevhatinek li bara  dîwarê ewlehiyê pêk were. Wisa ku min bihîstiye ew demeke  zêde bona  acizkirina serokkomar derbas dikin.

Piştî ku senatorên demokrat daxwaza Trump ya terxankirina bûdca nêzîkî 6 milyar dularî bo proja çêkirina  dîwêr li sînorê navbera Emerîka û Mekzîkê qebûl nekirin, dewleta federal a Emerîkayê ji şemiya buhurî ji ber nebûna  bûdca qanûnî, derbasî rewşa nasiyar bi tehtîlbûnê bûye.

Di vê rewşê de, xebatên ne giring ên dewletê li 9 wezaretxanan tê rawestandin û çend sed  hezar kedkar  heya dema  pejirandina pêşnumaya bûdcê, mûçê wernagrin.

Çêkirina dîwêr li sînorê Mekzîkê bona rawestana  li hember derbasbûna penabweran û koçberan ji soz û qirarên  hilbijartinê yên Trump e.

Trump li propagendeya hilbijartinê gotibû  ku dê xerca çêkirina dîwarê sînorî ji Mekzîkê bistîne lê  bi işkesta li sepandina vê xwestekê bo mekzîkiyan,  niha kongire bona pejirandina  bûdcê bo vê projê daniye ber zext û zorê.

Başa dön tuşu