CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Trump dîsan ji bestan diaxive: Îran wek berê nîne

Li gor rapora Fars Newsê serokomarê Amerîkayê Donald Trump li hevpeyvîna bi Wall Street Journalê re îdia kir : Derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî ya Îranê bûye sedem ku Îran kiryarên xwe li navçê biguherîne û wek welatê berê nebe.

Berî vê yekê jî Trump îdiayeke wiha kiribû ku Îran êdî wek berê nîne û rola xwe li navçê winda kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 8 Gulana 2018 ji peymana navneteweyî ya Navokî derket û dîsa boykotên li dij Îranê vegerandin ku eva bû sedema nerizamendiya cîhanî û şermezarkirina vê kiryara wî ya bê qanûniyê.

Trump di rewşekê de îdiayan wiha pûç tîne ser zimanê xwe ku, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi caran gotine ku dest ji serke ku heman alîkariya mezlûman û şerê li dij terorîsmê ye ber nadin û her welatek ku li şerê li dij terorîstan ji Îranê alîkariyê bixwaze Îran daxwaza wî red nake. Çawa ku li şerê li dij DAIŞê alîkariya Iraq û Sûriyê kir daku ev koma terorîst têk bir.

Başa dön tuşu