FilistînNûçeRojhilatanavin

Rejîma Siyonîst derbasgeha Hanûnê girêda

Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê derbasgeha Beyt Hanûnê li bakurê zîvala Gazayê bi mehna meş û rêpîvana deryayî ya filistîniyan girêda.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Muhemed Meqadime, berpirsê ragahndinê yê taxima hilkolandina  karûbarên medenî got: Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê li kiryareke  nişkêveyî derbasgeha  Beyt Hanûnê girêda û tenê dê rê bide nexweşên taybet  ku ji zîvala Gazayê derkevin.

Qayiqên cengî yên Rejîma Siyonîstî şemiya buhurî li navça Wahê li bakurê zîvala Gazayê, ber bi gemiyên  azadiyê ku ji bendera Gazayê  ber bi derve  çûbûn, gulle avêtin û ew dorpêç kirin.

Li vê meşê 50 qayiq  ji bendera masîgiriyê ya bajarê Gazayê ber bi sînorên  avî yên Gazayê li bakurê vê navçê çûn û bi dehan kes ji filistîniayn jî li nava  van qayiqan de bûn ku ji wan dikarin balê bidin ser nexweş, birîndar û xwendekaran ku li saya  dorpêça Gazayê îmkana sefera bo Gazayê peyda nakin.

Pêştir  çar meş û rêpîvan ên deryayî yên bi vî rengî hatine lidarxistin ku rastî êrişa eskerên siyonîstî û rawestandina qayiqan  hatin.

Başa dön tuşu