FilistînNûçeRojhilatanavin

HAMAS`ê Amerîkayê tawanbar kir ku xwe têkilî karûbarên Filistînê dike

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), xwestekên şandiyê Amerîkayê li ser hevhatina aştiya neteweyî ya filistîniyan, xwetêkilkirina aşkera ya li karûbarên Filistînê da zanîn.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, Basim Neîm, endamê payebilind ê HAMAS`ê, destnîşan kir: Xwesteka  Jason Greenblatt (Cêyson Girînbilat), şandiyê taybet ê Amerîkayê li Ramelahê bona bifermînaskirina RejîmaSiyonîst ji aliyê filistîniyan ve, xwetêkiliya aşkera ya li karûbarên Filistînê ye.

Endamê payebilind ê HAMAS`ê bal kişande ser vê yekê ku ev xwesteka Girînbilat ji Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Filistînê, jiber zextên Rejîma Siyonîst cih hatiye û herwiha got: Tenê gelê Filistînê ye ku divê di çarçoveya berjewendiyên xwe de li ser çarenivîs û cureya hikûmeta xwe li vê derê biryarê bide.

Nûnerê taybet ê Amerîkayê li Ramelahê, piştî îmzekirina hevhatina Aştiya Neteweyî ya di navbera Tevgerên FATH û HAMAS`ê de, ji filistîniyan xwest Îsraîlê bi fermî nas bikin.

Eva li halekê ye ku Ramî Hemdila, serokwezîrê Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Filistînê, duşemiya buhurî, li hevdîtina bi Girînbilatê, got: Siyasetên dagirker ên Îsraîlê ne tenê rêbaza pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê, belkî hebûna vê rejîmê jî ber bi jinavçûnê ve dibe û divê Amerîka bona pêşîlêgirtina ji dewama van siyasetan,. zextê bide ser Têlavîvê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu