CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Trump ji Bin Selman re got: Em jibo parastina Erebistanê amade ne

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di wê peywendîya têlêfonî de amajeyî êrişa bi balafirên bêpîlot a hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ser palavgehên Buqeyq û Xoreysê yên Şirketa Netewî ya Nifta Erebistanê (ARAMCO) kir û got ku ew êrişa dê bandoreke nerênî li abora Amerîka û cîhanê bike.

Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê duh di bersiva cinayetên Hevalbendîya Seûdî li Yemenê de, bi 10 balafirên bêpîlot êrişî palavgehên Buqeyq û Xureysê ser bi Şirketa Netewî ya Nifta Erebistanê nasyar bi Aramcoyê kirin.

Başa dön tuşu