ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Tirkîyê

Wezîrên karên derve yên Îran û Tirkîyê bi rêya telefonê derbarê hûrgilîyên lihevkirina Tirkîye û Ûrsêtê derbarê idlibê de gotûbêj kirin.

Li gorî rapora dayra giştî ya ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê îro li peywendîyeke telefonê, bi Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê re derbarê hûrgilîyên rêketina Enqere û Moskowê li ser Idlibê de gotûbêj û rawêjkarî kir.

Wezîrên karên derve yên Îran û Tirkîyê herwiha lihevkirin ku di çarçova civîneke sêalî li rex civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê de bi wezîrê karên derve yê Ûrsêtê re hûrgilîyên rêketina derheq Idlibê bişopînin.

Duh êvaiya Duşembiyê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Soçî civiyan û derbarê krîza Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê de gotûbêj kirin.

Erdogan û Putin piştre di konfranseke hevbeş a rojnamevanîyê de ragihandin, ku wan li ser rewşa Idlibê li ser sê xalan li hev kirine. Li gorî lihevkirina Erdogan û Putin dê li Idlibê navçeyên bêçek bihêne avakirin û çekên giran ji wan cihan bihêne derxistin.

Eva li halekî ye ku artêşa Sûrîyê xwe ji bo oprasyona dijî têrorîstên li Idlibê amade dike.

Başa dön tuşu