ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Trump û Cobeyîr dixwazin hêzên ereb bişînin Sûriyê

Adil Cubêyîr wezîrê karên derve yê Erebistanê duh Sêşemê ji amadebûna Riyazê bona şandina hêzên eskerî bo Sûriyê ser navê hevalbendiya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê xeber da.

Li gor rapora telivîzyona Seûdî ya El-Exbariye; Erebistanê li halekê ji amadebûna ji bo şandina hêzên eskerî bo navaxa Sûriyê xeber daye ku rojnama amerîkî ya Walstrît Jornalê jî ragihandiye: Donald Trump serokkomarê Amerîkayê dil heye li dewsa hêzên eskerî yên Amerîkayê li nav axa Sûriyê ji hêzên ereb istifade bike.

Adil Cubêyîr wezîrê karên derve yê Erebistanê ragihand ku Riyazê pêştir pêşniyar dabû ku dikare hêzên pêkhatî ji hevalbendiyekî erebî xwedêbergiravî dijî DAIŞ bişîne Sûriyê.

Erebistan van rojana li halekê ji şandina hêzên erebî bo nav axa Sûriyê diaxive ku artêşa Sûriyê li van mehên vê dûmahîkê serketinên zav li hemberî terorîstan aniye dest û tiştek nemaye xîm û binyata terorîstan li nav axa Sûriyê ji nav here.

Ji aliyê din ve, Erebistan bi xwe li halê şerê tev Yemenê ye û negihêştiye tu kîjan ji hedef û armancên xwe loma niha bi niyeta şandina hêzên eskerî yên erebî bo nav axa Sûriyê dil heye lîstikekî nû destpê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu