AsyaCîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Trump û Erdogan bi telefonê behsa rewşa Sûriyê kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê behda rewşa Sûriyê û çend mijarên din kirin.

Li gor medyayên Tirkiyê, duh êvarê serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan bi telefonê ligel serokê Amerîka Donald Trump peyîviye.

Li gorî agahiyan, di wê pêwendiya telefonî de Erdogan ji ber mirina 4 serbazên amerîkî di teqîna Minbicê de sersaxî ji Trump re xwestiye.

Herwiha hatiye ragihandin, ku Erdogan û Trump li ser rewşa Sûriyê û çend mijarên din ên têkildarî herdu welatan gotûbêj kirine.

Başa dön tuşu