Hat ragihandin ku Qral Selman di mehên pêşî yên sala 2018an de wê serdana Amerîkayê bike û li Qesra Spî bi Donald Trump re bicive
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebîstana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz bi rêya telefonê axaftinek kirin û biryar dan ku Qral Selman piştî sersalê seredana Washingtonê bike.
Qesra Spî di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku herdu serok rêçareseriyên xurtkirina ewlehî û aramiyê li Rojhilata Navîn û pêşdebirina ewlehiyê dê binirxînin.
Her du serok herî dawîn li Riyadê kom bûbûn û bi 380 milyar dolarî peymana çekan girêdabûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)