NûçeFilistînRojhilatanavin

Tugayên Quds bang li hêzên xwe dikin ku ‘hişyar bin’

Tûgayên Qudsê ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ye bang li hemû hêzên meydanî kir ku hişyar bin.

Piştî cinayetên ku ji teref siyonîstan ve hatin kirin, hêzên Qudsê ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ye, bi roket û hawanan deverên curbicur ên Filistîna dagirbûyî kirin hedef.

Li gorî nûçeya El-Mayadîn, fermandariya Tugaya Quds, ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ye, ferman daye hemû hêzên meydanî, bi taybetî hêzên taybet û yekîneyên bijarte, ku di amadebaşiyê de bin û di zûtirîn dem de li gorî planê tevbigerin.

Ji aliyê din ve kanala El-Mayadîn ragihand ku Cîhada Îslamî pêşniyara Misrê ya ji bo aramkirina rewşê û rawestandina nakokiyan bi Rejîma Siyonîstî re li ser zarê hin çavkaniyên komên filistînî red kir.

Hêjayî gotinê ye ku Tûgayên Qudsê bi ragihandina berdewamiya şer ji bo tolhildana êrişên Rejîma Siyonîstî di daxûyaniya xwe de got: “Em gelê Filistînê û piştgirên berxwedanê piştrast dikin ku morala şervanên me di asta herî baş de ye. .” got.

Başa dön tuşu