NûçeRojhilatanavinSûriye

Tûnela herî mezin a Ceyş Ul Îslamê li Dûmayê hate dîtin

Yekîneyên artêşa Sûriyê dema operasyona paqijkirina bajarê Dûmayê li navça Xûteya Rojhilatê Şamê, tûnelekî herî mezin û bi pergal ku digihîşte navenda fermandetiya koma teorîst a Ceyş Ul Îslamê ya ser bi Erebistana Siûdî, peyda kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, tûnela hanê li kûrahiya 15 metreyî hatiye kolandin ku zêde ji dû metreyan ber û bilin e û ji bo hatûçûna hemî cureya alavên cengê, guncav e.

Kolandin û qahêmkirina vê tûnelê, du salan berdewam bûye û nexweşxaneya êrişa xweçêkirî ya kîmyayî ku têde fîlm hatibûn girtin, li nîveka wê da ye. Ev tûnela ketiye çarkunca ewlehiyê ya koma Ceyş Ul Îslamê û gelek baskên wê û rêyên wê hene.

Başa dön tuşu