ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îsal, 85 hezar û 200 ziyaretkirên  îranî ji riya 20 rawestgehên  firînê li  menasika hecê beşdariyê dikin

Serokê Rêxistina hec û ziyaretê ya Îranê got: Ji ber hevhatinên seretayî tev berpirsên hecê yên Erebistanê, nivîsgeha parastina berjewedniyên Îranê j ibo çareserkirina pirsgirêkên muhtemel ên ziyaretkirên heca temetua îsal, di welatên hanê de tê damezrandin û xebata xwe beriya şandina ziyaretkiran dê destpê bike.

 Li gorî rapora  roja duşemiyê ya IRNA`yê, Hemîd Muhemedî, Serokê Rêxistina hec û ziyaretê ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku nêzîkî 3 hezar hêzên şandî wek hêzên  sitadî, pizîşk, xizmetkirin, veguhestin û niştecihkirina dê karûbarên  heca temetua îsal bikin û destnîşan kir: Hemî hêzên şandî li gor  hecvetiyên  curbicur  ên ziyaretkiran, curek ji xizmetan raber dikin.

Serokê Rêxistina hec û ziyaretê ya Îranê her wiha got: Ji ber ku sedî 75 ê ziyaretkirên îranî zêde ji 50 sal temenê wan e û piraniya  wan rewşa taybet hene, nêzîkî 300 pizîşkên  pispor, jin û mêr ji bo raberkirina xizmetên pizîşk bo  van ziyaretkiran dê werin şandin bo Erebistanê.

Îsal, 85 hezar û 200 ziyaretkirên  îranî ji riya 20 rawestgehên  firînê li  menasika hecê beşdariyê dikin, şandina ziyaretkiran bo Erebistanê ji 18 Tîrmehê ve destpê dibe.

Başa dön tuşu