IraqNûçeRojhilatanavin

Ubeydî: Dema şêrr nêzîk bûye

Wezîrê parastinê yê Iraqê, roja pêncşemiyê li civîna giştalî ya tev fermandeyên leşkerî yên payebilind ên vî welatî, nexşeyên şerrê tê yê Mûsilê venihêrî û behsa vê yekê kir ku dema destpêkirina şêrr nêzîk e.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, wezareta parastinê ya Iraqê li daxuyaniyekê ragihand, Xalid Ubeydî, îro pêncşemiyê fermana amadetiya tam  li hember koma terorîst a DAIŞ`ê da çekdarên xwe.

Li gorî vê daxuyaniyê, di vê civînê de bi awayekî giştalî û deqîq, nexşeyên şerrê Mûsilê û rê û rewşa amadetiya hêzên iraqî li astên curbicur bona destpêkirina operasyonê, hate hilkolandin û gengeşekirin, û wezîrê parastina vî welatî qedrê hewldana fermandeyan, asta amadetî û tivdîrên piştevanî û teknîkî û idarî yên yekîneyên curbicur ên leşkerî û beşên amadekirin û nexşekişandina şêrr girt.

Ubeydî, li ser pêwîstiya berçavgirtina meselên mafên mirovan li şerrê Mûsilê sekinî û got ku ev şerra ji bo azadî û paqijkirina axa Iraqê ji endamên terorîst ên koma DAIŞ`ê ye û soz da ku bi vê zûtirkê, nûçeya serketina li şerrê Mûsilê ragihîne xelkê Iraqê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu