CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin
Uhuru Kenyatta bû Serokê nû yê Kenyayê

Serokê Dewleta Kenyayê Uhuru Kenyatta di hilbijartina k udi 8ê Tebaxê de hat lidarxistin de sedî 54.27 dengan wergirtiye û bo cara duyemîn bû serokê dewletê.
Serokê Komîsyona Sînoran û Hilbijartina Serbixwe ya Kenyayê (IEBC) Wafula Chebukati di civîna çapameniyê ku li navenda hejmartina dengan ya li Nairobi paytexta welêt hat lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku Uhuru Kenyatta di hilbijartina 8ê Tebaxê de 8 milyon 203 hezar (sedî 54.27) dengan wergirtiye û ji nû ve bû serokê dewletê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)