EwropaNûçe

Ûkrayna welatê herî fesad li Ewropayê

Dîwana Hesabdariyê ya Yekitiya Ewropayê Ûkrayna wekî welatê herî fesad û bi gendelî li vê parzemînê ji babeta sûçên fînansî û gendeliya aborî da nasandin.

Ajansa nûçeyan a IRNA`yê ragihand: Dîwana Hesabdariyê ya Yekitiya Ewropayê ku parek ji Sîstema Huqûqî ya vê yekitiyê ye duh li raporekê de diyar kir, rast e dewleta Ûkraynayê bûna pêkanîna çaksaziyê dixebite, lê ev welata hîn jî wekî welatê herî fesad û bi gendelî li Ewropayê ye.

Li rapora vê dîwanê hatiye desnîşan kirin ku xebata li dij gendeliya fînansî li Ûkraynayê bi cihanîna bernama hêsankariya sîstema dayîna vîzaya Yekitiya Ewropayê zêde bûye, lê belê dîsa jî vê xebatê encameke kêm ji bo reform  û çaksaziyê hebûye.

Dîwana Hesabdariyê ya Yekitiya Ewropayê hêvîdariya xwe diyar kiriye ku encama pêngavên ji bo jinavbirina gendeliya fînansî li Ûkraynayê, zêdetir bikeve ber çavan.

Li gor vê raporê, berjiwendîxwaziyên sermaydarên bi deshilat bandor li siyasetên civakî kirine û sermayedarên hanê dixebitin bona berjiwendiyên xwe abor, siyaset û medayê bêxin bin kontrola xwe.

Dewleta Ûkraynayê duh soz da ku gendeliya aborî û fînansî li vî welatî de kokbir bike û li vê çarçovê de ji welatên ku alîkaqriya fînansî bo Ûkraynayê dikin xwest ku bi dewleta vî welatî re hevkariyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu