EfrîqaIraqNûçeRojhilatanavin

Ummanê Balyozxaneya xwe ya Bexdayê dîsa veke

Hat ragihandin ku rêveberiya Ummanê dixwaze ku jinûva dest bi xebatên dîplomatîk ên li Iraqê bike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Iraqê da hat destnîşankirin ku Yusiv bîn Elawî bîn Ebdillahê Wezîrê Karên Derva yê Ummanê ji Mihemed Elî Hekîmê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê ra name şand, di nameyê da xwest ku balyozxaneya Bexdayê ya Ummanê dîsa vekin û jinûva dest bi xebatên dîplomatîk ên li Iraqê bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Iraq vê wekî zêdekirina têkiliyên di navbera herdu welatên bira da û piştgirî û berjewendiyên hevpar dinirxîne.

Wekî mayîn hat ragihandin ku Iraq vekirina Balyozxaneya Bexdayê ya Ummanê ji bo qewînkirina hevkariya li alema Ereban wekî geşedaneke erênî qebûl dike.

Hê rayedarên Ummanê der barê vê geşedanê da daxuyaniyek nedan û agahî nehat dayîn ku gelo ew ê balyozxaneyê kîngê were vekirin.

Têkiliyên dîplomatîk ên Umman û Iraqê di van salên dawîn da ji nîqaşên siyasî yên li herêmê dûr didomin û erênî dewam dikin.

Başa dön tuşu