ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Umran xan gihîşte Îranê

Serokwezîrê Pakistanê di yekem seredana xwe ya bo Îranê da, îro gihîşt balafirgeha navnetewî ya Meşhedê li bakura rojhilata Îranê û bi awayekî fermî ji hêla Parêzgar û rayedarên din ên Parêzgeha Xorasana Rezewî va hat pêşwazîkirinê.

Serokwezîrê Pakistanê Umranxan piştî gotûbêja digel Parêzgarê Xorasana Rezewî Elîriza Rezimhisêynî jibo zîyaretkirinê çû mezargeha imam Riza (S) imamê heştem ê Şîeyên cîhanê û paşê bera xwe da Têhranê.

Serokwezîrê Pakistanê ligorî gazîkirina fermî ya Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di çarçova seredaneke durojî da hatîye Îranê.

Seredana Serokwezîrê Pakistanê bo Îranê dikare bibe sedema berfirebûna peywendîyên di navbera her du welatan nemaze di warê hevkarîya navçeyî bi merema têkoşîna dijî têrorîsmê û xurtkirina ewlehîya sînoran.

Başa dön tuşu