CîhanNûçe

Li DYAyê li Zanîngeha Eyaleta Ohioyê tirsa êrîşkarê çekdar: Kesek mir 8 birîndar

Li kampusa Zanîngeha Eyaleta Ohio ya DYAyê de hate bangkirin ku êrîşkarekî çekdar heye û dengên çend guleyan hatiye.

Ji ber ku li kampusa zanîngehê ya li Columbusê dengên çekan hat, rêveberiya kampusê bang kir û daxwaz ji her kesên ku di nava kampusê de bin biçin ciyekî ewle.

Li ser hesabê fermî yê zanîngehê yê Twitterê hate diyarkirin ku li kampusê êrîşkarekî bi çek heye û ji xwendekaran re ferman hate dayin ku ‘bazde, xwe veşêre û li hember derkeve”.

BC4ê ku herêmî weşanê dike ragihand ku êrişkar li Kolana Lanê ji aliyê polêsan ve hatiye dorpêçkirin û piştre jî polêsan êrişkar kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu