IraqNûçeRojhilatanavin

UNAMI: Li Iraqê di meha Cotmehê de 69 kes hatine kuştin

Nûneratiya Netewên Yekbûyî bo alîkariya Iraqê (UNAMI) ragihand ku, di meha Cotmeha îsal de li Iraqê 69 kes hatine kuştin û 105 kesên din birîndar bûne.

Nûneratiya Netewên Yekbûyî ya bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de rêjeya kuştî û birîndaran ku, di encama bûyerên tundûtîjiyê de li Iraqê hatine kuştin û birîndar bûn ragehand.

Li gor daxuyaniya UNAMI di meha Cotmeha îsal de li Iraqê 69 kes hatine kuştin û 105 kesên din birîndar bûne, da zanîn ku, di nav wan kuştî û birîndaran de ji bilî welatiyên sivîl hêzên polîs û fermanber jî hene.

Nûneratiya Netewên Yekbûyî ya bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) di sala 2012 li Iraqê dest bikarê xwe kiriye.

Başa dön tuşu