FilistînNûçeRojhilatanavin

UNESCO biryara xwe ya derbarê Mescîdî Eqsayê eşkere kir

UNESCO di biryara xwe de rexne li şiklê rêvebiriya Îsraîlê ya li herêmên olî û pîroz kir û got Qûds bo Misilman, Xisritiyan û Mûsewiyan cihekî pîroz e.

Di biryarê de li gel ku behsa têkilya Mescîdî Eqsayê ya bi Misilmanan re hate kirin qet behsa Musewitiyî nehate kirin.

Saziya Rêvebiriya UNESCOyê ya xwedî 58 endam e, pêşnûmaya derbarê Mescîdî Eqsayê de wê roja duşemê dîsa bide dengdanê. Saziya rêvebiriyê di biryara xwe ya di meha nîsana borî de dîsa bal kişandibû ser têkiliya Misilmanan û Mescîdî Eqsayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu