CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

UNESCO: Îsraîl “Hêzeke dagîrker“ e

Kîmîta cihêner a saziya perwerdehî, zanistî û çandiye Rêxistiya Netewên Yekgirtî yan UNESCO`yê li daxûyaniyekê destnîşan kir ku Îsraîl hêzeke dagîrker e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Komîteya cihêner a saziya perwerdehî, zanistî û çandî ya Rêxistiya Netewên Yekgirtî yan UNESCO`yê li daxûyaniya xwe ya duh sêşemê ragihand; “Rejîma Siyonîst li Bêytul-Muqedesê û Zîvala Gazayê qayde û qirarên navnetewî binpê dike û pêwîst e ku ev rejîma rêz û hurmeta bajarê dîrokiye Qudsê rabigre.

Li vê daxûyaniyê bilî destnîşanbûna ser dagîrkeriya Rejîma Siyonîstî ji Til Avîvê hatiye xwestin dest ji kolandin, tonilçêkirin û avahîçêkirina rojhilata Bêytul-Muqedesê berde.

Li vê daxûyaniyê ku li 69-mîn salvegera damezirîna rejîma derewîn û dagîrker a siyonîst hatiye pejirandin li dewsa navê Cihû, navên îslamî yên El-Eqsa û El-Heremul-Şerîf bo ewil qibleya misilmanan nav hatiye birin.

El-Cezayêr, Misr, Lubnan, Mexrib, Uman, Qeter û Sûdanê ev daxûyaniya raberê UNESCO`yê kiribûn û 22 welatan dengê Erê dane vê daxûyaniyê û 10 dengên Na û 23 welatan jî dengên bêla dabûne vê daxûyaniyê.

UNESCO`yê sala par jî li daxûyaniyekê peywendiya Cihûyan û navendên pîroz ên Bêytul-Muqedesê xistibû ber pirsê ku bibû sebeb Rejîma Siyonîstî hêrs bibe.

Li hemberî biryara par ya UNESCO`yê, rejîma Siyonîstî peywendiya xwe tev vê saziya navnetewî rawestandibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu