UNICEF: 2500 zarokên penaber ên iraqî çûne kempên başûrê Mûsilê

Nivîsgeha sindûqa piştgiriya ji zarokên NY (UNICEF) li Iraqê roja yekşemiyê li raporekê ragihand ku li 24 seatên buhurî du hezar û 500 zarokên penaber ên iraqî çûne kempên başûrê rojhilata Mûsilê.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Cimhûriye Newsa Iraqê, li 24 saetên buhurî 5 hezar û 200 kes ji wan du hezar û 500 zarokên xelkê Mûsilê û navçên derdora wê derbasî kempên penaberan li başûrê rojhilata Mûsilê bûne.
Nivîsgeha UNICEF li Iraqê her wiha bikaranîna jin û zarokan wek mertala însanî li Mûsilê ji aliyê endamên DAIŞ`ê sedema çêbûna fukarên zav dane zanîn. Berî viya jî sindûqa piştgiriya ji zarokên NY ragihandibû ku ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê heya niha zêde ji 20 hezar û 700 kes ji xelkê vî bajarî ji wan 9 hezar û 700 zarok aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)