IraqNûçeRojhilatanavin

UNICEF: 2500 zarokên penaber ên iraqî çûne kempên başûrê Mûsilê

Nivîsgeha sindûqa piştgiriya ji zarokên NY (UNICEF) li Iraqê roja yekşemiyê li raporekê ragihand ku li 24 seatên buhurî du hezar û 500 zarokên penaber ên iraqî çûne kempên başûrê rojhilata Mûsilê.

  Li gorî rapora malpera nûçan a El-Cimhûriye Newsa Iraqê, li 24 saetên buhurî 5 hezar û 200 kes ji wan du hezar û 500 zarokên xelkê Mûsilê û navçên derdora  wê derbasî kempên  penaberan li başûrê rojhilata Mûsilê bûne.

Nivîsgeha UNICEF li Iraqê her wiha bikaranîna jin û zarokan wek mertala însanî li Mûsilê ji aliyê endamên DAIŞ`ê sedema çêbûna fukarên zav dane zanîn. Berî viya jî sindûqa piştgiriya ji zarokên NY ragihandibû ku ji destpêka  operasyona azadkirina  Mûsilê heya niha  zêde ji 20 hezar û 700 kes ji xelkê vî bajarî ji wan 9 hezar û 700 zarok aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu